Desteya Akademîk | Karûbarên Xwendekaran | Ofîsa jinan | Email | Fakulte û inîstut

The Prout School - A Preparatory High School
  • الرئيسية
  • Fakulte
    • Fakulteya Perwerdeyê
    • Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê
    • Fakulteya Endazyariya Çandiniyê
    • Fakulteya Endazyariya Avahîsaziya Ekolojîk
    • Fakulteya Endazyariya Petrol û Petrokîmyayê
    • Fakulteya Mafnasyê
    • Fakulteya Zanistên Olî
    • Fakulteya Zanistên Civakî
    • Fakulteya Pijîşkî
    • Fakulteya Zanistên Siyasî
    • Fakulteya Ziman û Wêje
  • Ser
  • Pêşangeh
    • Photos
    • Videos

Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê

Sala damezirandinê: Di 2016-2017'an de hate damezirandin.

Cihê fakulteyê: Bajarê Qamişlo \ Taxa Erbewiyê

Beşên fakulteyê:

1.     Beşa Bîrkariyê:

Di Zanîngeha Rojava de beşeke ji Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê ye. Di 2016'an de li bajarê Qamişlo, hate damezirandin.

Armanca beşê:

Mamosteyên ku di beşa bîrkariyê de pispor bin ku karibin nifşên nû li ser rêbazên pêşketî perwerde bikin derîne.

 Pergala perwerdeyê:

Pergala  perwerdeyê ya beşa bîrkariyê xwe dispêre qonaxên xwendinê ên dagirtî. 8 qonax in û li ser 4 salan tên belavkirin.

Qadên ku derçûyên vê beşê dikarin tê de kar bikin:

Dikarin di qada perwerdeyê di dibistan û peymangehan de kar bikin û dema ku xwendina bilind bi dawî bikin, dikarin mamostetiyê li zanîngehan bikin.

2.     Beşa Fîzîkê:

Di Zanîngeha Rojava de beşeke ji Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê ye. Di 2016'an de li bajarê Qamişlo  hate damezirandin.

Armanca beşê:

Mamosteyên ku di beşa fîzîkê de pispor bin ku mamostetiyê li dibistanan bikin, derîne.

Pergala perwerdeyê:

Pergala perwerdeya vê beşê xwe dispêre qonaxên xwendinê yên dagirtî. 8 qonaxan in û li ser 4 salan tên belavkirin.

Qadên ku derçûyên vê beşê dikarin tê de kar bikin:

Di qada wanedayînê de, dikarin li dibistanên qonaxa navîn û amadeyî mamostetiya vê materyalê bikin û dema ku xwendina bilind bi dawî bikin, dikarin mamostetiyê li zanîngehan bikin.

 

3.     Beşa Kîmyayê:

Di Zanîngeha Rojava beşeke ji Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê ye. Di 2016'an de wê li bajarê Qamişlo hate damezirandin.

Armanca beşê:

Armanca vê beşê ew e ku mamosteyên di materyala kîmyayê de pispor bin, amade bike.

Pergala perwerdeyê:

Pergala perwerdeya vê beşê xwe dispêre qonaxên xwendinê yên dagirtî. 8 qonaxan in û li ser 4 salan tên belavkirin.

Qadên ku derçûyên vê beşê dikarin tê de kar bikin:

Derçûyên vê beşê dikarin di qada perwerdeyê di dibistan û peymangehan de kar bikin û dema ku xwendina bilind bi dawî bikin, dikarin mamostetiyê li zanîngehan bikin.

 

4.     Beşa Zindînasiyê (bîyolojî):

Di Zanîngeha Rojava de beşeke ji Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê ye. Di 2016'an de, li bajarê Qamişlo hate damezirandin.

Armanca beşê:

Armanca vê beşê ew e ku mamosteyên di materyala Zindînasiyê de pispor bin ku karibin vê materyalê di dibistanan de bidin, amade bike.

Pergala perwerdeyê:

Pergala perwerdeya vê beşê xwe dispêre qonaxên xwendinê yên dagirtî. 8 qonaxan in û li ser 4 salan tên belavkirin.

Qadên ku derçûyên beşê dikarin tê de kar bikin:

Dikarin di qada perwerdeyê di qonaxa navîn û amadeyî û peymangehan de kar bikin dema ku xwendina bilind bi dawî bikin, dikarin mamostetiyê li zanîngehan bikin.

 

5.     Beşê Biyokîmyayê:

Di Zanîngeha Rojava de beşeke ji Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê ye. Di 2022'an de, li bajarê Qamişlo hate damezirandin.

Armanca beşê:

Taqîgehên kîmyaya biyokîmya û ya mîkrobiyê û lêkolîna akademîk li deverê bi pêş bixe.

Pergala perwerdeyê:

Pergala perwerdeya vê beşê xwe dispêre qonaxên xwendinê yên dagirtî. 8 qonaxan in û li ser 4 salan tên belavkirin.

Qadên ku derçûyên beşê dikarin tê de kar bikin:

Dikarin di qdên lêkolîn û taqîgehên zanîngehan, taqîgehên girêdayî tenduristiyê, taqîgehên xwarinû mîkrobolojiyayê, mamostetiya li zanîngehanê û navendên akademîk de kar bike.

 

6.     Beşa Kompûterê:

Di Zanîngeha Rojava de beşeke ji Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê ye. Di 2022'an de, li bajarê Qamişlo hate damezirandin.

Armanca beşê:

Asta zanistî û lêkolînê di qada kompûter û teknolojiyê de li deverê bilind bike.

Pergala perwerdeyê:

Pergala perwerdeya vê beşê xwe dispêre qonaxên xwendinê yên dagirtî. 8 qonaxan in û li ser 4 salan tên belavkirin.

Qadên ku derçûyên beşê dikarin tê de kar bikin:

-        Sîstema bername û toreyan dîzyîn û çaksaz bikin.

-        Nirxandin û ezmûnkirina bernameyên nû.

-        Bernameyan ji aliyê lez û mezbûnê de baştir bikin.

-        Kodên bernameyan binivîsin û taqî bikin.

-        Xebatên lêkolînê di zanîngehê de bikin.

           

7.     Beşê Itîsalat (communication)

Di Zanîngeha Rojava de beşeke ji Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê ye. Di 2022'an de, li bajarê Qamişlo hate damezirandin.

Armanca beşê:

Armanca beşê  ew e ku xwendekar di warê têgihaştin û bikaranîna  teknolojiyê di warê (communication-itîsalat)  û veghustina agehiyan bi awayekî serkeftî û hêsan xurt bike. Herwiha di   pêşketin û pêşxistina teknolojiyê û veghustin datayan di navbera kesan û saziyan de bi awayekî çalak beşdar bibin.

Pergala perwerdeyê:

Pergala perwerdeya vê beşê xwe dispêre qonaxên xwendinê yên dagirtî. 8 qonaxan in û li ser 4 salan tên belavkirin.

• Digital communication, analîza data, zîreka çêkirî û pêşketina sîstemên komiyonîkêşin û network .

Qadên ku derçûyên beşê dikarin tê de kar bikin:

Dikarin di warê peywendiya dîjîtal, dahûrandina daneyan, zîrektiya çêkirî, ewlehî û parastina di warê (communication-itîsalat) de, pêşxistina sîstema (communication-itîsalat), torên înternetê û xizmetên peywendiyê di rêya înternetê, peywendiya di rêya telefonan re kar bikin.

 

8.     Beşa Mîkatronîkê.

Di Zanîngeha Rojava de beşeke ji Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê ye. Di 2022'an de, li bajarê Qamişlo hate damezirandin.   

Armancên beşê:

Xizmetkirina perwerde û lêkolînên zanistî û alîkariya ji bo xwedîkirina şarezayan û çêkirina jîngeheke zanistî ya saxlem ku afirîneriyê teşwîq dike û bedewî û heybetiya bîrkariyê û sepandinên wê di zanistên cihêreng û karûbarê civakê de nîşan dide.

Pergala perwerdeyê:

Pergala perwerdeya vê beşê xwe dispêre qonaxên xwendinê yên dagirtî. 8 qonaxan in û li ser 4 salan tên belavkirin.

 

Qadên ku derçûyên beşê dikarin tê de kar bikin:

Dikarin sîstemên robotîkî yên ji bo mebestên pîşesazî, bijîşkî û xizmetguzariyê dîzayîn bikin, bi pêş bixin û çaksaz bikin.

Di warê otomasyona pîşesazî: Pêvajoyên hilberînê baştir bikin û sîstemên otomatîkî dîzayn bikin da ku xetên hilberînê kontrol bikin.

Di ware çêkirina  turimbêlan:  Sîstemên zîrektî û otomatîk a di hundirê turimbêlan de bi pêş bixin, wekî sîstema firêmên elektronîkî û sîstema ajotina xweber û kontrolkirina motoran. 

Di ware enerjiya xwenûjenkirî: Sîstemên ku ji bo hilberîna enerjiya rokê têne bikaranîn dîzayîn bikin û baştir bikin 

 

 

 

 

Fakulte
  • Fakulteya Perwerdeyê
  • Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê
  • Fakulteya Endazyariya Çandiniyê
  • Fakulteya Endazyariya Avahîsaziya Ekolojîk
  • Fakulteya Endazyariya Petrol û Petrokîmyayê
  • Fakulteya Mafnasyê
  • Fakulteya Zanistên Olî
  • Fakulteya Zanistên Civakî
  • Fakulteya Pijîşkî
  • Fakulteya Zanistên Siyasî
  • Fakulteya Ziman û Wêje
Peymangeh
  • Peymangeha Endazyariya Avakirinê
  • Peymangeha Bilind a Rêveberî û Darayî
  • Peymangeha Bilind a Ragihandinê
Enstîtû