Fakulteya Endazyariya Avahîsaziya Ekolojîk:
Sala damezirandinê: Di 2019'an de hate damezirandin.
Cihê fakulteyê: Bajarê Qamişlo \ Navkirê.
Beşên fakulteyê: Endazyariya Avahîsaziya Ekolojîk.
Armanca fakulteyê:
Armanc ji vekirina Endazyariya Avahîsaziya Ekolojîk, amadekirina kadroyên derçûyî yên avahîsaz ku li gor bingehên zanistî karibin pîşeya avahîsazî di dîzayna avahîsazî û bajarsazî, qadên hundirîn û derveyî de pêş bixin. Kelepûra kevn biparêze û bi rengekî nûjen bi pêş bixe. Li aliyekî xurtkirina têgînên sincî û niştîmanî yên ku bi mîrateya neteweyê û taybetmendiya wê ya hizrî û civakî ve girêdayî be, li aliyekî din xurtkirina vê mîrateyê di qada pratîkê de be.
Pergala Perwerdeyê:
Pergala perwerdeyê ya Endazyariya Avahîsaziya Ekolojîk pergala qonaxên xwendinê ne. 10 qonax in û li ser pênc salan tê belavkirin.
Qadên ku derçûyên fakulteyê dikarin tê de kar bikin:
Derçûyên Endazyariya Avahîsaziya Ekolojîk; çi di nav sektora taybet an gelemperî de xwedî derfetên kar ên pir û cihêreng in. Em ê behsa derfetên kar ên herî berbelav bikin, ku jî ev in:
- Dîzayner û endazyarê cihan.
- Dîzayn û hevsengiya bajar û komelgehan.
- Çavdêriya avahîsazî, sergêr û plangêrên projeyan.