Fakulteya ziman û wêje Sala damezirandinê: Di 2016'an de hate damezirandin. Cihê fakulteyê: Bajarê Qamişlo \ Taxa Hilêliyê. Beşên fakulteyê:
1. Beşa wêjeya kurdî:
Di Zanîngeha Rojava de beşeke ji Fakulteya Ziman û Wêje ye. Di 2016'an de li bajarê Qamişlo hate damezirandin. Armanca beşê: Ziman û wêje, nasnameya mirov û ragihînera hest û ramanê ye. Bi taybetî jî gelekî weke gelê Kurd ku bi sed salan di bindestiyê de ji rastiya xwe hatiye dûrxistin, pêwîstiyeke jiyanî bi perwerdeya ziman û wêjeya xwe heye. Lewre beşa Ziman û Wêjeya Kurdî bi vê armanca dûr û dirêj hate avakirin. Armanca ew e, kesayetên ku di Ziman û Wêjeya Kurdî de têgihiştî bêne amadekirin. Pergala Perwerdeyê: Perwerde xwe dispêre pergala qonaxên xwendinê . Tê de 8 qonax hene û li ser 4 salan tê belavkirin. Qadên ku derçûyên beşê dikarin tê de kar bikin: Derçûyên beşê dikarin, li gorî pisporiya xwe, di hemû qadên wêjeyî û mamostetiya di dibistan û peymangehan de kar bikin. Her wiha dikarin di qada ragihandinê de jî bixebitin.
2. Beşa wêjeya erebî:
Di Zanîngeha Rojava de beşeke ji Fakulteya Ziman û Wêje ye. Di 2019'an de li bajarê Qamişlo hate damezirandin. Armanca beşê: - Hînkirina xwendekaran bi rêbaz û bingehên lêkolînên zanistî. - Hînkirina şêwazên fêrkirina zimanê erebî di dibistanan de ji xwendekaran re. Pergala Perwerdeyê: Perwerde xwe dispêre pergala qonaxên xwendinê. Tê de 8 qonax hene û li ser 4 salan tê belavkirin. Qadên ku xwendekar dikare piştî derrçûnê tê de bixebite: - Fêrkirina zimanê erebî li dibistanan/giştî. - Mamoste li zanîngehan/bi giştî. - Xebat di warê ragihandina/giştî + taybet de.
3. Beşa wergerê:
Di Zanîngeha Rojava de beşeke ji Fakulteya Ziman û Wêje ye. Di 2019'an de li bajarê Qamişlo hate damezirandin. Peymangeha bilind a wergerê li ser du şaxan tê avakirin (Inglîzî - Kurdî / Inglîzî - Erebî) Armanca beşê: Armanca beşê ew e ku pisporên wergerê di zimanên ingilîzî, erebî û kurdî de werin amadekirin. Pergala perwerdeyê: Perwerdeya beşê xwe dispêre pergala qonaxên xwendinê. Perwerde li ser 6 qonaxan û 3 salan tê belavkirin. Qadên ku derçûyên beşê dikarin tê de kar bikin: Derçûyên vê beşê dikarin weke wergêr di zanîngeh, navendên lêkolîn û wergerê de kar bikin.
4. Beşa Hunerên Bedew:
Di Zanîngeha Rojava de beşeke ji Fakulteya Ziman û Wêje ye. Di 2018'an de li bajarê Qamişlo hate damezirandin. Armanca beşê: Armanca beşê ew e ku kesayetên akademîk ên xwedî pisporiyên peykersazî û wênekêşî amade bike. Pergala Perwerdeyê: Perwerdeya vê beşê xwe dispêre pergala qonaxên xwendinê. Perwerde 8 qonax in û li ser 4 salan tê belavkirin. Dersên beşê teorî û piratîk in. Qadên ku derçûyên beşê dikarin tê de kar bikin: - Şêwekarî - Mamostetiya di peymangehên hunerî û dibistanan de. - Saziyên çand û hunerê.