Zanîngeha Rojava

Paşxane:

Zanîngeha Rojava; xwe dispêre felsefeya civakî û ji aliyê zanistê ve di bilindkirina asta tecrube, danehevê û pêşxistina pisporiyê de dixebite.

Pêşbînî:

Zanisteke bê felsefe û ji exlaqê civakê dûr be, weke çekekê li ser serê civakê ye û li ber teqandinê ye. Zanist kengê ji civaka exlaqî û polîtîk hate qutkirin, wê demê bû amûra desthilatdariyê û dijbera civakê. Wê demê pêwîst e ev xala zêrîn tu carî neyê jibîrkirin. Xwenasîn bingehê hemû zanistan e, xwenasîn azadî ye û mercê sereke jî civakîbûyîn e.

Peyam:

Zanîngeh di afirandin û pêşxistina civaka exlaqî û polîtîk de afrînerên ramana nû bin û çalakgerên heqîqetê bin. Her tim pêşengên ronesansên nû bin.

Nirxên bingehîn:

Zanîngeh berpirsa peydakirina derbirîn û azadiyê di hemû qadên xwe de be. Ji bo vê yekê ev nirx dê alîgirên felsefe, exlaq û polîtîkaya civakî bin. Êdî di têkoşîna li hember pozîtîvîzm, lîberalîzm û hişmendiya netewedewletê de rexnegir bin û xwedî helwest bin. Têkoşîna li hember zayendperestiyê û peydakirina derfetên akademîk da ku jin bikaribe di hemû qadên xwe de pêş bikeve û civakê pêş bixine. Ji bo akademîsyenan jî, pêwîst e dilnizm û pêşengên civakê bin, her wiha pabendî şopandina heqîqetê bin.