Desteya Akademîk | Karûbarên Xwendekaran | Ofîsa jinan | Email | Fakulte û inîstut

The Prout School - A Preparatory High School
  • الرئيسية
  • Fakulte
    • Fakulteya Perwerdeyê
    • Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê
    • Fakulteya Endazyariya Çandiniyê
    • Fakulteya Endazyariya Avahîsaziya Ekolojîk
    • Fakulteya Endazyariya Petrol û Petrokîmyayê
    • Fakulteya Mafnasyê
    • Fakulteya Zanistên Olî
    • Fakulteya Zanistên Civakî
    • Fakulteya Pijîşkî
    • Fakulteya Zanistên Siyasî
    • Fakulteya Ziman û Wêje
  • Ser
  • Pêşangeh
    • Photos
    • Videos

Fakulteya Zanistên Civakî

Danasîna beşên inter-disiplîner (Civaknasî- Dîrok- Jineolojî- Felsefe) ên Fakulteya Zanistên Civakî:

Navê Beş:

- Beşên inter-disiplîner (Civaknasî- Dîrok- Jineolojî- Felsefe)

Sala damezirandinê:

- Ev beş li Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava di sala Akademîk a 2023-2024an de hatin damezirandin.

*Têbînî:
- Beşa Dîrokê li Fakulteya Zanistên Perwerdehiyê ya Zanîngeha Rojava di sala xwendinê 2016-2017 de hate damezirandin. Di sala xwendinê 2023-2024an de bû beşek ji Fakulteya Zanistên Civakî.
- Destpêkê Beşa Jineolojî di 15ê Cotmeha 2017an de wek fakulte li Zanîngeha Rojava hate damezrandin. Di sala xwendinê 2023-2024 de ew bû beşek ji  Fakulteya Zanistên Civakî.

 

Salên xwendinê:

     - Dema xwendinê li van beşan çar sal e.

Taybetiyên Beşê:

    Ev beş li Fakulteya Zanistên Civakî bernameyên cûrbicûr ên navdisiplîn ku di teoriya rexneyî, dij-metînger û prensîpên dadmendiya civakî de ne, pêşkêş dikin. Mamoste û xwendekarên van beşan dê bi lêpirsîna akademîk, lêkolîn û tevlêbûna civakî re hişmendî û veguherîna civakî di kar û xebatên xwe de bingeh bigrin.

*Têbînî:

Çend Taybetiyên din ên Beşa Jineolojî:

     - Beşa Jineolojî derfeta xwendinê tenê li ber xwendekarên jin vedike.

     - Lêkolîn û projeyên xwendekaran bi saziyên civakî re têne meşandin.

     - Projeyên akademîk ji bo mamoste û xwendekaran têne pêşxistin.

Beşa Jineolojî girîngiyeke mezin dide kar û xebatên pêwendiyan bi zanîngehên cîhanê re. Pêwendî bi zanîngehên cîhanê re têne pêkanîn ji bo pêşxistina 

     - komxebatên zanistî û korsên hevbeş, danasîna beşê û pergala zanîngehê, her wiha beşdarbûna di konferans û panelên navneteweyî de ye.

 

Armancên Beş:
- Ev beş armanc dikin ku hawîrdoreke akademîk a dînamîkî biafirîne ku bi lêkolîna navdisiplîn, ramana rexneyî û nêzîkatiyeke radîkal a demokratîk li ser bingehên Şoreşa Rojava re girêdayî ye.

 

Armancên Beşa Jineolojî:

 

   - Zanîngehên azad û demokratîk li ser bingehê azadiya jinê û civakê tên pêşxistin, lewma Beşa Jineolojî armanc dike ku guherînên hişmendî li hember zayendperestî û zanistperestiyê di xebatên xwe yên zanistî de pêk bîne.  Beşa Jineolojî wê li ser vê bingehê pisporiya xwe di hemû karûbarên jiyanê de ji bo siberojê ava dike, her wiha zanist û ronakbîriya jinê pêş dixe.

 

Qadên ku derçûyên beşê dikarin lê bixebitin:

    - Ev beş dê di pêşdebirina mîsyona zanîngehê de roleke girîng bilîze. Bi taybet ji bo perwerdekirina xwendekarên serkeftî di kar û xebatên perwerde û zanistî de yên ku girêdayî hişmendiya civakî ne.

    - Derfetên kar û xebatên saziyên Rêveberiya Xweser ji bo xwendekaran vekiriye. Derçûyên beşê dikarin di beşên xwendina bilind de xwendin û lêkolînên xwe bidomînin. Pê re, dikarin di dibistanan de materyala Jineolojî û materyalên zanistên civakî fêr bikin. wekî din jî, dikarin di saziyên jin, saziyên civakî, navendên lêkolînê, saziyên ragihandinê, her wiha di navendên lêkolînê yên Jineolojiyê de kar bikin. 

 

    - Beşa Erdnîgarî:

 Pergala perwerdeyê: Dema xwendinê di vê beşê de li ser 8 qonaxan e ku li ser çar salan tê belavkirin.

 

       Taybetiyên Beş:

       · Xwendekarên niha perwerdeyê bi herdu zimananurdî û erebî dibînin, ew jî li gorî bawernameya wan.

Armancên Beş: Pêşxistina Beşa Erdnîgarî ku di salên bê de xwendekarên sala çarem dabeşî du beşan bibin, ew jî ev in: Erdnîgariya Xwezayî û Mirovî û Erdnîgariya Pratîkî. Bilindkirina asta mamosteyan bi daxwaza vekirina xwendina bilind di Beşa Erdnîgarî de. Wekî din amedekirina xwendekarên Erdnîgariyê da ku rola xwe di civakê de bilîzin.

  Qadên ku derçûyên beşê dikarin lê bixebitin: Ji ber têkiliya Beşa Erdnîgariyê bi hemû zanistan re û rûber û sînorên wê yên berfireh, derçûyê Beşa Erdnîgariyê dikarin li van qadan bixebitin: Perwerde, deste û rêveberiyên cûrbicûr- çandinî- pîşesazî- plansazî- şaredarî- rêvebirina heyberan- avhewa- rêvebirina pirsgirêkên jîngehî û hwd.

 

Fakulte
  • Fakulteya Perwerdeyê
  • Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê
  • Fakulteya Endazyariya Çandiniyê
  • Fakulteya Endazyariya Avahîsaziya Ekolojîk
  • Fakulteya Endazyariya Petrol û Petrokîmyayê
  • Fakulteya Mafnasyê
  • Fakulteya Zanistên Olî
  • Fakulteya Zanistên Civakî
  • Fakulteya Pijîşkî
  • Fakulteya Zanistên Siyasî
  • Fakulteya Ziman û Wêje
Peymangeh
  • Peymangeha Endazyariya Avakirinê
  • Peymangeha Bilind a Rêveberî û Darayî
  • Peymangeha Bilind a Ragihandinê
Enstîtû