Fakulteya Endazyariya Çandiniyê:
Sala damezirandinê: Di 2016'an de hate damezirandin.
Cihê fakulteyê: Bajarê Qamişlo \ Taxa Hilêliyê.
Beşên fakulteyê: Endazyariya Çandiniyê.
Armancên Fakulteyê:
Armanca Fakulteya Çandiniyê ew e ku kadroyên çandiniyê yên perwerdekirî û pispor werin amadekirin da ku projeyên çandiniyê bi rê ve bibin. Her wiha bi rêya rêbazên pêşketî û pisportiyê, çandiniyê bi pêş bixin.
Pergala Perwerdeyê:
Pergala perwerdeyê ya fakulteyê xwe dispêre pergala qonaxên xwendinê. 10 qonaxên in û li ser 5 salan têne belavkirin.
Qadên ku derçûyên fakulteyê dikarin tê de kar bikin:
Dikarin di karên meydanî di hemû beşên çandiniyê yên weke çandiniya giştî, dexl û dan, parastina şînkatiyê, avdan û hemû saziyên çandiniyê kar bikin. Her wiha dikarin di hemû sazî û dezgehên Reveberiya Xweser de kar bikin, nemaza Desteya Çandiniyê û hemû gerînendeyên bi ser ve û projeyên çandiniyê yên taybet û Yekîtiya Şaredariyan û qadên perwerdeyê.