Fakulteya perwerdeyê:
Sala damezirandinê: Di 2016'an de hate damezirandin.
Cihê fakulteyê: Bajarê Qamişlo \ Hilêliyê Hîzama Bakûrî.
Beşên fakulteyê:
1. Beşa Mamosteyê Refê:
Di Zanîngeha Rojava de beşeke ji Fakulteya Perwerdehiyê ye. Di 2016'an de li bajarê Qamişlo hate damezirandin.
Armanca beşê:
Armanca vê beşê ew e ku mamosteyên pispor ji bo wanedayîna li dibistanên seretayî amade bike.
Pergala perwerdeyê:
Pergala perwerdeya beşa mamosteyên refê xwe dispêre qonaxên xwendinê. Di 8 qonaxan de tê dayîn û li ser 4 salan tê belavkirin.
Qadên ku derçûyên vê beşê dikarin tê de kar bikin:
Derçûyên vê beşê dikarin di qada perwerdeyê di peymangah û dibistanên seretayî de kar bikin û dema ku xwendina bilind bi dawî bikin, dikarin mamostetiyê li zanîngehan bikin.
2. Beşa Rêbaz û teknîkên fêrkirinê:
Di Zanîngeha Rojava de beşeke ji Fakulteya Perwerdehiyê ye. Di 2021ê de li bajarê Qamişlo hate damezirandin.
Armanca beşê:
Kesên pispor ku karibin menahicên fêrkirinê amade bikin û karibin di saziyên perwerdehiyê de kar bikin, amade bike.
Pergala perwerdeyê:
Pergala perwerdeya beşa rêbaz û teknîkên fêrkirinê xwe dispêre qonaxên xwendinê. Di 8 qonaxan de tê dayîn û li ser 4 salan tê belavkirin.
Qadên ku derçûyên vê beşê dikarin tê de kar bikin:
- Dikarin di Saziya Minahacan kar bikin.
- Mamostetiyê di dibistanan de bikin.
- Dikarin di saziyên perwerdehiyê din de kar bikin.