Fakulteya Endazyariya Petrol - Petrokîmyayê
Sala damezirandinê: Di 2016'an de hate damezirandin.
Cihê fakulteyê: Bajarê Rimêlanê.
Beşên fakulteyê:
1. Beşa Endazyariya Petrolê:
Beşeke ji Fakulteya petrolê ye. Di sala 2016'an de li bajarê hate damezirandin.
Armancên beşê:
Armanca vê beşê ew e ku di asta derçûyên endazyariya petrolê de pisporên pergala kolandin, petrola embarkirî amade bike da ku zeviyên petrol û gazê yên herêmê veberhînin.
Pergala perwerdeyê:
Pergala perwerdeya vê beşê xwe dispêre qonaxên xwendinê. 10 qonaxan in û li ser 5 salan tên belavkirin. Tevah materyalên ku di vê beşê de têne xwendin tevî yên pisporî û yên nepisporî û projyên derçûnê 69 materyal in. Xwendin di vê beşê de xwe dispêre materyalên teorî û pratîkî, test, taqîkirinên ku di taqîgehan de têne çêkirin, her wiha gerên meydanî û zanistî di nav zeviyên petrol û gazê de.
Qadên ku derçûyên vê beşê dikarin tê de kar bikin:
Derçûyên vê beşê dikarin di taqîgehên kîmyayê, pargîdaniyên petrolê, navendên jîngehparêziyê, saziyên petrolê yên fermî, navendên agirkuhiyê, ewlekariya pîşesazî, karîgeriya enerjiyê ... kar bikin.
2. Beşa Endazyariya Petrokîmyayê:
Di sala 2016'an de, li bajarê Rimêlanê hate damezirandin.
Armanca beşê:
Armanca vekirina vê beşê ew e ku pisporên di warê petrokîmyayê di zeviyên petrol û gazê de werin amadekirin. Her wiha amadekirina petrola bikaranînê û dahûrandina wê pêk bîne. Dîsa pisporên parzûngehên petrolê û kargehên gazê , werin amadekirin.
Pergala perwerdeyê:
Pergala perwerdeya vê beşê xwe dispêre qonaxên xwendinê. 10 qonaxan in û li ser 5 salan tên belavkirin. Tevah materyalên ku di vê beşê de têne xwendin tevî yên pisporî û yên nepisporî û projyên derçûnê 68 materyal in. Xwendin di vê beşê de xwe dispêre materyalên teorî û pratîkî, test, taqîkirinên ku di taqîgehan de têne çêkirin, her wiha gerên meydanî û zanistî di nav zeviyên petrol û gazê de.
Qadên ku derçûyên vê beşê dikarin tê de kar bikin:
Derçûyên vê beşê dikarin di taqîgehên kîmyayê, pargîdaniyên, navendên jîngehparêziyê, petrolê, saziyên petrolê yên fermî, navendên agirkuhiyê, ewlekariya pîşesazî, karîgeriya enerjiyê ... kar bikin.